Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka 3 Rêberên Mezin yên Dewleta Îslamî Dikuje


Karbidestên Amerîkî dibêjin, wan 3 rêberên payabilind yên gruba Dewleta Îslamî kuştine, di vê demê de ku şervanên Kurd jî serketinên girîng li hember tundrêyên Sunnî bi dest dixin.

Karbidestên wezareta berevanî do Pêncşemê ragihandibû ku destketinên girîng dibe asteng ku mîlîtanên Dewleta Îslamî li Sûrîye û Îraqê bi rehetî liv û tevgera xwe bike.

Tê ragihandin ku di nav rêberên ku hatine kuştin de cigirê Ebu Bekir Bexdadî, Hacî Mutazz û emîrê wan yê leşkerî li Îraqê Ebdul Basit û emîrê Musilê Radwin Talib in.

Karbidestên Amerîkî didine zanîn ku ew sê kes di encama êrîşên esmanî de hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG