Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokeyeke Bêmirov ya Amerîkî 5 Mîlîtanan li Pakistanê Dikuje


Karbidestên ewlekariyê li Pakistanê dibêjin, bi kêmî pênc mîlîtanên Talîbanê di êrîşa firokeye bêmirov ya Amerîkî de li herêma Bakurê Wezîristanê hatine kuştin.

Desthilatdar dibêjin, firokeya Amerîkî du mûşek îro Şemiyê li herêma Datta Xeyl avêtin. Ev dever wekî navenda mîlîtanên el Qayîde û Talîban e.

Karbidestekî mezin yê ewlekariyê got ku yek jî ji wan kesên kuştî nehatiye naskirin û li gorî xuya ye dê jimara kuştiyan bilindtir bibe.

Ji Hezîranê de, artêşa Pakistanî operasyoneke mezin li dijî mîlîtanên xwecihî û biyan birêve dibe.

Li devereke din ya Pakistanê, artêş dibêje ku bi kêmî pênc mîlîtan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve li derveyî bajarê Peşawer hatin kuştin. Karbidest didin zanîn ku komandarekî mîlîtanên xwecihî jî di nav wan kuştiyan de bû.

XS
SM
MD
LG