Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Darvekirin û Zextên Ser Girtiyên Siyasî yên li Îranê Hate Protesto Kirin


Çalakvanên Kurd li Stenbolê darvekirina bizavkarên siyasî yên Kurd û zextên li ser girtîyên siyasî li girtîgeha Ûrmiyê ku ev zêdeyî mehekê ye greva birçîbûnê didomînin protesto kirin.

Di çalakiya protestoyî de ku roja Înîyê bi pêşengiya Partîya Azadiya Kurdistanê (PAK) li ber konsulxaneya Îranê ya Stenbolê pêk hat, ji Komara Îslamî ya Îranê hate xwestin demildest kiryarên darvekirinê bide rawestandin û mafên rewa yên Kurdan bide.

Serokê PAK’ê yê Rêxistina bajarê Stenbolê Alî Fikrî Işik, li çalakiyê bal kişand ser kiryarên dijî hiqûqê yên li ser bizavkarên Kurd û darvekirinên ji aliyê rejîma Îranê ve pêk tên şermezar kir.

Cîgirê Serokê PAK’ê Kasim Ergun, li çalakiyê ji Dengê Amerîka re dîyar kir, ew bang li Neteweyên Yekbûyî û derdorên parêzvanên mafê mirovan dikin ku li hember kiryarên rejîma Îranê dengê xwe bilind bikin.

Li çalakiya protestoyî ya li ber Konsulxaneya Îranê kes û kesayetên cuda yên Kurdên li Stenbolê dimînin beşdarî kirin.

Wan bi dirûşm û pankartên xwe xwestin Îran kiryarên darvekirinê û gefên li ser bizavkarên siyasî yên Kurd bidawî bîne.

Raporta Stenbolê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:25 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG