Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Kuştina Du Polîsên New Yorkê Şermezar Dike


Serokê Amerîkî Barack Obama teqelêdana du efserên polîs li bajarê New York li dema di trimbêla xwe de bûn, şermezar kir.

Serokê ku jibo bihnvedanê li Hawaii dimîne, do Yekşemê got ku “du mêrên dilêr îşev naçin malê nav zarokên xwe. Ti sedem û şirove ji vî karê ku di heqê wan de hate kirin, tune ye.”

Herdu efserên polîs Wenjian Liu û Rafael Ramos di trimbêla xwe de li taxa Bedford ya devera Brooklyn li New Yorkê rûniştîbûn dema ku Îsmaîl Brinsley yê 28 salî bi ser wan de çû û teqe li wan kir. Piştre, Brinsley ber bi rawestgeheke metroyê ve çû û xwe li wir kuşt.

Komisyonerê Polîsê New York William Bratton got ku herdu efser hatine terorkirin. Wî da xuya kirin ku Brinsley hinek daxuyaniyên gelekî cidî yên diî polîs li ser înternet belav kiribû.

Dozgirê Giştî yê Amerîka Eric Holder teqelêdan şermezar kir û ew weke karekî berberî binav kir.

Brinsley li ser malpera xwe ya Instagram belav kiribû ku ewê tolê hilîne jibo kuştina Eric Garner, Amerîkiyê reş, li ser destê polîsê New Yorkê.

Teqelêdana roja Şemiyê di demekê de tê ku girjî li New York û bajarên din yên Amerîkî zêde bûye, piştî desteyên sûndxwaran biryar dan ku cezayê nedin polîsên spî ku mêrên reş yên bêçek kuştibûn.

Hêjayî gotinê ye ku Brinsley, yê ku herdu polîs do Şemiyê kuşt, reş bû. Yek ji efserên polîs Asyayî bû û yê din Hispanîk Latînî bû.

XS
SM
MD
LG