Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Çar Afganiyan ji Zindana Guantanamo Berdide


Zindana Guantanamo li Kûba.

Hikûmeta Amerîka çar girtiyên Afganî ji zindana leşkerî ya Guantanamo azad kir.

Karbidestên Amerîkî dibêjin, ev bûye demek her çar girtî amade bûn ku werin azadkirin û nuha hatin şandin bo Afganistanê, wekî nîşaneke baweriyê bi hikûmeta serokê nû Eşref Xenî.

Balyozxaneya Amerîkî li Kabulê di daxuyaniyekê de got ku wê hemû bawerî bi şiyan û karîna hikûmeta Afganî heye ku gefeya van kesan rawestîne û piştrast bike ku danûstandineke mirovî ligel wan were kirin.

Vegera van girtiyan, beşê herî dawî ye ji guhestinên vê dawiyê di vê salê de. Şeş girtiyên din jî vê mehê hatin şandin bo welatê Uruguay da ku li wir wekî penaber bicih bibin.

Dema ku Serok Barack Obama hate Koçka Spî, jimara girtiyan li Guantanamo 242 kes bû, lê ew ji 2009ê de kêm bûye û nuha jimar bûye 132 girtî.

XS
SM
MD
LG