Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Ne Piştrast e Koreya Bakur Dezgehên Wê jibo Êrîşa Elektronî li Dijî Amerîka Bikar Aniye


Kompanyaya Sony Pictures hefteya bûrî jiber filmê the Interview rastî êrîşeke elektronî hate.
Kompanyaya Sony Pictures hefteya bûrî jiber filmê the Interview rastî êrîşeke elektronî hate.

Wezareta Derve ya Çînê dibêje ku agahiyên li cem wê têrê nakin ku bibêje bi rastî Koreya Bakur dezgehên Çînî bikar aniye jibo êrîşeke elektronî li dijî Kompanyaya Sony kiriye.

Berdevkê Wezareta Derve Hua Chunying îro Duşemê got ku Çîn li dijî hemû reng û şêweyên êrîşên elektronî ye û ewê negihêje ti encamî eger rastiyên durist li cem tune bin.

Lê belê, Hua Chunying got ku Çîn li dijî êrîşên li ser aliyekî din e, bi riya bikaranîna dezgehên welatekî din. Wî herwiha got ku welatê wî amade ye bi van welatan re têkeve diyalogê.

Amerîka nuha danûstandinan bi Çînê re dike jibo alîkariyê bike di astengkirina êrîşên elektronî ji aliyê Pyongyang de.

Serokê Amerîkî Barack Obama dibêje, Amerîka dide ber çavên xwe ku careke din Koreya Bakur vegerîne lîsa welatên ku piştgiriya terorê dikin, piştî êrîşeke elektronî li ser kompanyaya berhemdana filman Sony Pictures. Washington Koreya Bakur bi pêkanîna wê êrîşê tawanbar dike.

XS
SM
MD
LG