Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilweşandina Şûnên Keleporî li Sûriyê


Bazara kevin ya Helebê.

Bêhtirî sê sal ji șerê navxweyî li Sûriyê, derdora 200 hezar kes hatine kuștin û bêhtirî 9 milyon kes bê șûn li hundir û derveyî welêt hiștin.

Lêkolîneke nû ya neteweyên yekbûyî dibîne ku ev reweșa han astengtir bû bi têkçûn û wendabûna kelepora kultûrî ya Sûriyê re.

Einar Bjargo, birêvebirê bernameya cîbicîkirinên operasyonên Setelaytê, ya peymangeha netewyên yekbûyî ji bo rahênan û lêkolînê ku bi UNOSAT tê nasîn, ji Dengê Amerîka re dibêje, wêneyên setelayt diyar dikin ziyanên berfireh li mizgeft, kavil û șûnên kultûrî yên din di nav wan de jî șûnên keleporê yên cîhanî li UNESCO.

Peymangeha neteweyên yekgirtî ya rahênan û lêkolînê UNITAR, wêneyên setelayt vedikole da piștgiriya hewilên mirovatî yên navnetewî bike li Sûriyê ji dema destpêkirina șer di adara 2011an de. Di dema ku ew alîkariya operasyonên sivîl dike.

Raport dibêjin, entîkeyên ji Sûriyê hatine dizîn, bi deh milyonan dolar li bazarên navnetewî têne firotin.

Lêkolîn dîtinên hușdar û teqez dabîn dike li dor wêraniya berdewam ya șûnên kelepora kultûrî li Sûriyê. Neteweyên yekbûyî hușdariyê dide ku ev kelepor were binaxkirin. Ew handeriya her karekî netewî û navnetewî dikin da van șûnên giranbuha ji windabûnê biparêzin ji bo hemî mirovatiyê.

Nûçegihana Dengê Amerîka li Jinêvayê Lisa Schlein ev raport amade kiriye. Salih Demîcer wê pêşkêş dike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:42 0:00

XS
SM
MD
LG