Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşmerge Derbasî Navenda Şingalê Dibin


Pêşmergeyên Kurdistana Îraqê îro Duşemê bêtirî derbasî nava devera Şingalê bûn, tevî şerê dijwar ligel mîlîtanên rêxistina Dewleta Îslamî ya terorîst.

Şervanekî Pêşmerge bi navê Dexîl Elias got ku şerê giran ji şevê din de berdewam e û mîlîtan nîşangiran bikar tînin jibo şerê Kurdan. Di encama şer de du Pêşmerge bi guleyên nîşangiran hatine kuştin û 25 Pêşmergeyên din hatine birîndar kirin.

Pêşmerge dibêjin, mîlîtan teker û petrolê li Şingalê dişewitînin da ku rê li ber êrîşên esmanî yên Amerîkî bigirin ku armancên terorîstan nebînin.

Hefteya bûrî, Pêşmergeyan operasyoneke berfireh jibo rizgarîkirina Şingalê destpê kirin û karîbûn xwe bigihînin bi hezaran Êzîdiyên ku li Çiyayê Şingalê asê mabûn.

Hêzên Pêşmerge korîdorek li nav çiyayî vekirin û bi riya wê xwarin û alîkarî gihandin deverê.

XS
SM
MD
LG