Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelo Daîş Dê li ser Kiryarên Xwe Berpirs Were Dîtin?


Rêxistina Amnesty International îro Sêşemê raportek belav kir, tê de dibêje ku çekdarên terorîst yên rêxistina Dewleta Îslamî (Daîş) destdirêjiya seksî wekî çek li dijî keç û jinên Êzîdî bikar aniye.

Raporta berfireh balê dikişîne ser çîrokên wan keçên ku ji Daîşê hatine azadkirin.

Di vê derbarê de parêzer Mesûd Kaso dibêje ku her kes nuha dizane Daîş çi dike û çi nake. Lewra girîng e ku gavên aktîvtir werin avêtin.

Birêz Kaso dibêje, hinek rejîm û hikûmet û aliyên bihêz hene ku piştgiriya Daîşê dikin. "Divê berî her kesî ew alî berpirs werin dîtin," wî ji Dengê Amerîka re got.

Hevpeyvîn bi Mesûd Kaso re
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:04 0:00

XS
SM
MD
LG