Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Red Dike ku Dewleta Îslamî Firoka Urdunî Anî Xwarê


Qumandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkî General Lloyd J. Austin III îro Çarşemê daxuyanîyek li ser firoka Urdunî belav kir û hîn xalan ronî kir.

Fermandar Austin ku operasyonên koalîsyonê dijî DAÎŞ yên li Sûrîye û Îraqê rêve dibe, got ku firoka Urdunî, wekî ku Dewleta Îslamî (DÎ) îdîa dike, nehatiye xistin lê ketiye xwarê.

“Delîlên heyî bi zelalî nîşan didin ku terorîstên Dewleta Îslamî ew firok gêr nekirine, lê firok bi xwe ketiye xwarê.”

General Austin herwiha soz da ku Amerîka wê hemî tiştên pêdivî bike ku ewlehîya firokevanê Urdunî misoger bike.

“Urdunî hevalbendên me yên hêja ne û firokevan û karmendên wan yên leşkerî di operasyona dijî Dewleta Îslamî de roleke girîng lîstin. Em kiryara DAÎŞ bi tundî şermezar dikin ku firokevanê firoka gêrbûyî dîl girtiye. ”

Generalê Amerîkî da zanîn ku ewê nehêlin terorîstên Dewleta Îslamî rastîyan serûbin bikin û ketina firoka li gor berjewendîya xwe bi kar bîne.

Urdun ragihandibû ku Dewleta Îslamî yek jî firokevanên wê desteser kiriye, piştî ku firoka wî di operasyoneke dijî xirabkarên DÎ de li bakurê Sûrîyê kete xwarê.

Artêşa Urdunî bi daxuyanîyekê gotibû ku ew bi jîyan û ewlehîya pîlotê Urdunî, mîlîtanan berpirs dibîne.

XS
SM
MD
LG