Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporteke UN: Lîbya Rastî Astengiyên Mirovahî Dibe


Rewș li Lîbya dûre ji rojên destpêka Buhara ‘Erebî wek ku tê nasîn. Wê demê gurûpên serhildêr yekgirtî bûn di daxwaza xwe de ji bo rûxandina diktator Moammar Quadafi. Lê niha tiștek ji wê yekgirtinê nema.

Ev nirxandina dawî ya neteweyên yekbûyî li dor rewșa Lîbya, bi berferehî ronî dide ser stemkariyê li seranserî welêt. Ew dibêje,gurûpên çekdar xelkê sivîl dixin bin terorê û nahêlin siyasetmedar civakekê avakin, li ser bingeha desthilatdariya yaseyê.

Raport balê dikșîne ser șerê van mehên dawî ku di encamê de bi sedan sivîl mirin, koçberkirina bi kom û rewșa mirovatiya xerab a wan kesên hatî dorpêçkirin di navçeyên șer de.

Peyvdara mafê mirov a neteweyên yekbûyî, Ravîna Shamdasani, dibêje, raport belge dike, bombekirina bêciyawazî ya herêmên sivîl, revandina xelkê sivîl,êșkenciyê,raportên bidarvekirinan û hilweșandina bi mebest a mal û avahiyan.

Ew ji Dengê Amerîka re dibêje șerê seranserî welat zêdebûye ji nîvê meha gulanê de,

“Ji wê demê de,tundûyijiyeke berdewam heye. lawaziyeke rijdî ya yaseye heye. Hîç berpiorsiyarî nîne.dêmeg ev tundûtijî dibe bêyî ku kes lê berpirsiyar be. Bi rastî çi hewil nînin ji bo rawestana wê.hindek ji van gunehkariyan tên jimartin wek gunehkariyên șer.”

Komîserê bilind ê neteweyên yekbûyî ji bo mafê mirov Zeid Ra-ad el Hussein, hușdarî da ku hemî aliyên tevlî destdirêjiyên mafê mirov ê navnetewî û yaseya mirovatî bûyî dê bêne cezakirin. Wî nîșan da ku dadgeha gunehkarî ya navnetewî lêpirsînan di rewșa Lîbya de dike.

Li rojavayê Libya li herêma Warshafana, erka neteweyên yekbûyî radigihîne ku șerê di navbera gurûpên çekdar de derdora 100 kesî kușt û 500 jî birîndar kir di navbera meha tebaxê û destpêka çirya pêșîn de. Vekoler dibêjin șer dibe sedema astengiyên mirovatî. Ew nîșan didin ku bi kêmanî 120 hezar kes ji malên xwe reviyan û rastî kêmbûna xwarin û dermanan dibin.

Shamdasani dibêje 450 kes li Benghazi hatin kuștin ji nîvê meha çirya pêșîn ve, dema șer zêde bûyî.

“Niștecî rastî kêmbûna rijdî ya xizmetên tendûristî bûne,di dema ku nexweșxane hatine dagirtin ji aliyê gurûpên çekdar ve. Erka neteweyên yekbûyî ya piștgiriyê li Libya,wê jî hindek raport wergirtin li dor șervavin ku cilûbergên komeleya hîva sor li xwe dikin û tirimbêleke wan bi kar tînin ji bo êrîșeke xwekuj. Êrîșên di navbera aliyan de bûn sedema hilweșandina gelek mal bêhtirî 90 hezar kes li Benghazî bê șûn û war man.”

Raport dibêje gurûpên çekdar, çalakvanên siyasî û mafê mirov,șarezayên ragihandinê û kesayetiyên giștî yên din ji xwe re kirin armanc. Ew dibêje gelek hatin revandin, gef li wan bû yanjî malên wan hatin dizîn û sotin.

XS
SM
MD
LG