Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Xortê 16 Salî ku bi 'Biçûkxistina Serokomar Tawanbar e' Serbest Dike


Karbidestên Tirk xortekî 16 salî, ku bi îdîaya biçûkxistina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hatibû girtin, îro Înê berdan.

Kurê behskirî piştî ku ji navenda desteserkirinê li bajarê Konya derket ji alîyê dîya wîve hat hembêz kirin.

Ew kur, wek xwepêşandarekî xwendekar axaftinek kiribû û Serokomar Erdogan bi dizî û perexwarin tawanbar kiribû.

Serokwezîr Ahmet Davutoglu berevanî li desteserkirinê kiribû û gotibû ku kesek nikare bêrêzî li maqama serokomarîyê bike.

Daxuyanîya Davutoglu bibû sedema nerazîbûnan, loma jî gelek awuqatên seranser welêt çûbûn bajarê Konya ku piştgirî li wî xortî bikin.

XS
SM
MD
LG