Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdar li Misirê Polîsan Dikin Armanc


Polîsê Misirê (arşîv).

Wezareta Hundir ya Misirê dibêje, çekdarên li ser motorsaykilekî teqe li efserên polîs dane û di encamê de yek polîs hate kuştin û yekî din birîndar bû.

Wezaret dibêje, wan polîsan zêrevaniya bankekê Şemiyê sibehê li Qahîre dikin, dema ku çekdaran teqe li wan kir.

Êrîşbir ji cihê bûyerê reviyan û ti kesî berpirsiya teqelêdanê nexistiye stûyê xwe. Lê belê, rêxistina Ensar Beyt el Meqdis ya ku bingeha wê li herêma Sîna ye, berê êrîşên ji vî rengî li dijî polîs û hêzên artêşê pêk aniye.

XS
SM
MD
LG