Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medyaya Dewleta Sûrî: Hikûmeta Amade ye Beşdarî Gotûbêjên Mosko Bibe


Wêneyek ji Helebê.

Dezgehên ragihandina dewletê dibêjin, hikûmeta Sûriyê amade ye ku beşdarî gotûbêjên aştiyê meha bê li Mosko bibe.

Di çend peyamên ku li ser televizyona dewletê hatin belavkirin de, karbidestekî wezareta derve got ku hikûmeta Sûrî amade ye beşdarî civînên amadekirinê yên şêwiran bibe, "da ku daxwaza gelê Sûrî jibo peydakirina çareseriyekê ji krîzê re bicî bîne."

Televizyona dewletê navê wî karbidestî eşkere nekir.

Wezareta Derve ya Rûsya roja Pêncşemê got ku ew hêvî dike gotûbêjên aştiyê di navbera hikûmet û opozisyona Sûrî de li Mosko pêk bîne.

XS
SM
MD
LG