Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Kes di Şerê li Cizîrê de Hatin Kuştin


Wêne ji arşîvê ye.

Desthilatdarên Tirk dibêjin, rêxistineke ciwanên Kurd ligel piştgirên partiyeke Îslamî ya Kurd ketine nav pevçûnan. Di encamê de du kes hatin kuştin.

Ofîsa waliyê parêzgeha Şirnexê dibêje, sê kesên din jî di wî şerî de hatin kuştin. Şer îro Şemiyê li bajarokê Cizîrê pêk hat ku li ser sînorê Tirkiyê ligel Sûriyê dikeve.

Ji Oktoberê de girjî û alozî di navbera herdu aliyan de zêde bûye, piştî ku Kurdan hikûmeta Tirkiyê bi wê yekê tawanbar kir ku wê nedixwest alîkariya bajarê Kobaniyê yê Kurdistana Sûriyê bike. Wê çaxê jî Kurd ligel rêxistinên Îslamî û polîs de ketin nav şer û bêtirî 30 kesî di tundûtûjiyê de hatin kuştin.

Ajansa Dogan ya nûçeyan dibêje, bavê rêberekî partiya Îslamî û ciwanekî Kurd yê 19 salî di pevçûnên îro Şemiyê de hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG