Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Saleke Zindan, Rojnamevanên el Cezîre li Misirê li Hêviya Pêdaçûna Doza Xwe Dimînin


Her sê rojnamevanên el Cezîre.

Salek di ser zindankirina sê rojnamevanên tevna el Cezîr re derbas dibe, li vê dema ku ew li hêviya biryareke dadgehê ne da ku pêdaçûnê di doza xwe de bikin.

Rojnamevanê Australî Peter Greste û yê Misirî Kenedî Mihemed Fehmî sizayê heft sal di zindanê de diqedînin, lê hevkarê wê yê Misirî Behir Mihemed sizayê 10 salan dike.

Her sê rojnamevan par hatibûn girtin, jiber tawanên piştgiriya rêxistina Îxwan el Muslimîn ya qedexekirî.

Birayê Peter Greste, Michael, îro Duşemê ji rojnamevanan re ragihand, divê malbata wan hêviya xwe berdewam bike ku pêdaçûna dadgehê wê azadkirina rojnamevanan encam bide.

Serokê Misirî Ebdulfetah el Sîsî piştî sizadana rojnamevanan li Tîrmehê got ku divê rêz li biryara dadgehê were girtin û ew maytêkirinê li vê yekê nake.

Tevna el Cezîre ya nûçeyan jî rijdiyê dike ku karmendên wê tenê karê xwe dikirin û agahî ji bûyerên li Misirê diqewimîn radigihandin.

XS
SM
MD
LG