Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşbirên Xwekuj Navendên Gazê li Sûriyê Dikin Armanc


Herdu êrîş li Humsê pêk hatin.

Karbidestekî Sûrî dibêje, du êrîşbirên xwekuj navendên gaza xwezayî li parêzgeha Humsê ya naverasta Sûriyê kirine armanc û heşt kes kuştine.

Ajansa fermî ya nûçeyan SANA herwisa derbarê van êrîşan ragihand û got ku pasevanan teqe li êrîşbiran kirin û zorî li wan kir ku xwe biteqînin, dema ku ew ber bi navendên gazê dihatin. SANA got, tevî teqînan navend hîn karê xwe bi awayekî asayî didomînin.

Karbidestê xwecihî li Humsê ji ajansa Associated Press re got ku di encama êrîşan de heşt kes hatin kuştin û 12 din birîndar bûn. Ti kesî hîn berpirsiya êrîşan nexistiye stûyê xwe, lê şervanên opozisyonê û grûpên cîhadî hergav di vê dema şerê Sûrî de binçîneya gaz û petrolê kirine armanc.

XS
SM
MD
LG