Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komkujiya Roboskê li Stenbolê Hate Bibîrxistin


Çalakîyên bîranîn û daxwaza dadê jibo kuştinkariya Roboskê, di salvegera 3’yan de jî li bajarên Kurdan û metropolên Tirkîyê bi awayê girseyî birêve çûn.

Civaknas Ercan Jan Aktaş ku di heman demê de, redkarê leşkeriyê ye bi dirêjahiya 10 metroyan pankartek bi Metro’ya Stenbolê ve daleqand ku li ser hem navê 34 kesên hatibûn kuştin dinivîsî hem jî nivîsa ‘Di Salvegera 3’yan de Kujer Dewlet e’ hatibû nivîsandin.

Endam û rêvebirên Komeleya Mafê Mirovan jî ligel hilgirtina wêneyên kesên li Roboskê hatibûn kuştin, li Taksîmê mêşek lidar xistin.

Xwepêşandana bîranîna Roboskê ya herî girseyî jî li Parka Saraçhane ya Stenbolê birêve çû.

Li vê çalakiyê bêhtirî hezar kesan civîyan û wan jî ligel tabûtên li ser navên 34 kesên li Roboskê hatibûn kuştin dinivîsî xwestin meşekê lidar bixin.

Ji ber destûrnedana polîsên Stenbolê meş pêk nehat, lê bi beşdarîya Parlemantera Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Levent Tuzel û rêvebirên HDP’ê yên Stenbolê daxuyanî hate dayîn.

Serokê Rêxistina Bajêr yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Emrullah Bingul, destûrnedana meşa Roboskê rexne kir.

“Sê sal bi ser qetlîama ku bi fermana Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ve hatibû dayîn derbas bûn. Hê jî lêborîn nexwestine. Niha jî dixwazin me bi astengkirina polîsan bitirsînin. Bila baş bizanin ku em natirsin û em ê hesabê vê bipirsin.”

Parlemantera HDP’ê Sebahat Tuncel jî di axaftina xwe de bal kişand ser ku heta berpirsên Roboskê dernexin holê wê aştî, demokrasî û çareserî çênebe.

Dayika bi navê Fatma Yilmaz, ev kuştinkariya ku 3 sal derbas bûye şermezar kir û ji Dengê Amerîka re hestên xwe anîn ziman.

Xwepêşanderekî din Vahît Dalgiç jî bal kişand ser ku Roboskê yek ji nimûneya kuştinkariyên bi salan li ser sînoran pêk hatiye ye û ev kuştinkarî wekî kiryareke bi zanebûn bi nav kir.

Hêjayî gotinê ye, piştî 3 salan jî kuştinkariya Roboskê ku bandoreke mezin ya hestî li Kurdan kiriye nayê jibîrkirin û di her salvegerê de, ev êş û birîn wekî ku zindî be tê jiyîn.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:03 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG