Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daryos Derwîş: Konferansa Mosko jibo Berjewendiya Welatên Mezin e


Daryos Derwîş.
Daryos Derwîş.

Mosko hewildanên xwe berdewam dike jibo ku hikûmet û opozisyona Sûrî di konferansekê de bînin ba hev.

Konferans dê bi wê mebestê be ku dawî li şerê navxweyî yê Sûrî bîne û dest bi proseyeke aştiyane bike jibo avakirina hikûmeteke niştimanî li Sûriyê.

Hikûmeta Sûrî pêşniyara Rûsan erê kiriye û amadebûn xwe jibo beşdariya li konferansê ragihandiye. Lê opozisyon hîn jî biryar neday ku beşdar bibe. Aliyên sereke yên opozisyonê vê hefteyê li Qahîre kom bûn da ku bijareyên xwe gotûbêj bikin.

Di vê derbarê de, çavdêrê siyasî Daryos Derwîş ji Dengê Amerîka re dibêje ku ev konferans berî her tiştî di berjewendiya welatên mezin de ye.

Ew herwiha dide zanîn ku fişarên abûrî li ser Rûsya dihêlin ku Mosko bilez çareseriyekê ji krîza Sûrî re bibîne, lê ew yek ne pêwîst e bi dilê xelkê Sûriyê be.

Bêtir agahî di dirêjahiya hevpeyvînê de.

Hevpeyvîn bi Daryos Derwîş re
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:57 0:00

XS
SM
MD
LG