Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozeke Gendeliyê li Îsraîlê Berî Hilbijartinan Derdikeve Holê


Serokwezîr Netanyahu li parlemana Îsraîlê.

Vekolînên gendeliyê yên dem-dirêj di derheqê 30 kesayetî û siyasetmedarên Îsraîlî de yên girêdayî bi partiyeke hêzdar û radîkal ve, gur dibin di helmetekê de berî hilbijartinên Avdarê. Diyar e ev vekolîn dê terazûya hêzê bi aliyê berjewendiya serokwezîr Benjamin Netanyahu ve bibe.

Partiya Îsraîl Beytûna bi rêvebiriya Wezîrê Derve Avigdor Lieberman ev bêhtirî deh sal in lîstikvaneke navendî ye di siyasetên hevalbendiya Îsraîl de û hevkareke girîng e di du hikûmetên dawî yên de bi serokatiya Netanyahu.

Ev vekolîn dibe bi mehan dirêj bikin berî ku çi tawanbarî derkevin holê, lê dadgehkirin berdewam e di dadgeha giștî de. Dengdar jî biryara çarenûsa vê partiya ku di hilbijartinên 17 Avdarê de bihêz bû.

Ev ne cara yekem e ku partiya Îsraîl Beytûna bi dozên gendeliyê û guhestina pereyan bi awakî ne yasayî bi alîgirên wê tê tawanbar kirin.

XS
SM
MD
LG