Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Terorîstekî Berguman li Nêzîkî Ofîsa Erdogan Hat Girtin


Polîsên Tirk terorîstekî berguman desteser kir, piştî ku wî 2 narîncok avêtin ser polîsên ku ofîsa Serokomar Recep Tayyip Erdogan ya li Stenbolê diparestin.

Rêvebirê giştî yê polîsên Stenbolê Selami Altinok desteserkirina wî bergumanî piştrast kir.

Altinok da zanîn ku her du narîncokên ku êrîşvan avêtibpn ser avahîyê nepeqîn.

Altinok herwiha got, êrîşvan berê jî li zindanê maye û peywendîya wî bi rêxistinên terorîst heye, lê hurgilîyên din neda.

Demûdest nehate zanîn ku di dema êrîşê de serok yan serwezîr li ofîsê bûn yan ne.

XS
SM
MD
LG