Tîmên lêgerînê dibêjin ewê alaveke nû ya binavê kar bînin ku termên qurbanîyan û perçeyên firoka AirAsia ji binê behrê derxin.
Karbidestên Endonezî radigihînin ku heta niha 22 meytên ji 162 rêwîyên firokê ji Derya Java ya nêzîkî Grava Borneo hatine dîtin, ku ew firok jiber hawayê xirab li heman deverê ketibû xwarê.
Karbidest dîyar dikin ku lêgerîn wê piştî baştirbûna rewşa hawayê careke din berdewam bike.
Lê, karbidestekî din hişyarî da ku dibe ku bizavên legerînê heta çend hefteyan berdewam bikin.
Hêjayî gotinê ye di nav rêwîyan de 149 Endonezî, 3 Koreya Başûrî û 1 ji Brîtanî, Malezyî û Sîngaporî hebûn û piranîya wan kesan diçûn ba heval û merivên xwe xwe ku Sala Nû ligel hezkirîyên xwe pîroz bikin.