Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdaran 3 Meleyên Îraqî li Basra Kuştin


Di vê fotoya arşîvê de merasîma qurbanîyên tundîya mezhebî xuya dibin
Di vê fotoya arşîvê de merasîma qurbanîyên tundîya mezhebî xuya dibin

Di êrîşeke çekdarî de 3 meleyên Sunnî, îro Înê li bajarê Basra ya bi piranî Şîa hatin kuştin.

Berdevkê Wezareta Derve yê Îraqê Saad Maan ji ajansa Associated Press re got ku êrîşvan otomobîlek şeva Pêncşemê xistin kemînê û 3 kes kuştin.

Maan lêzêde kir ku di êrîşê de 2 meleyên din jî bi giranî birîndar bûn û vekolîna wann hîn didome ku êrîşvanan desteser bikin.

Heta niha ti kes berspirsîya êrîşê ranekir ser xwe, lê şerê mezhebî ya navbera Şîa û Sunnîyan mêjve li Îraqê didome.

XS
SM
MD
LG