Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bergumanekî el Qayîde li New Yorkê Mir


Skêtça Ebû Enes el Lîbî li ber dadgehê.
Skêtça Ebû Enes el Lîbî li ber dadgehê.

Endamekî berguman yê rêxistina el Qayîde ku bi regez Lîbî bû, mir çend rojan berî ku li New Yorkê were darizandin jibo rola wî di êrîşên sala 1998ê de li ser balyozxaneyên Amerîkî li Afrîkayê.

Parêzerê Ebû Enes el Lîbî got ku ew roja Îniyê li nexweşxaneyê li devera New York mir. Wî got, nexweşiya kulbûna kezebê û penceşêr pê re hebûn.

Biryar bû, Ebu Enes el Lîbî û Xalid el Fewaz, yê ji Erebistana Saudî, 12ê vê mehê derkevin pêş dadgehê ji ber rola wan di êrîşên Kenya û Tanzania de ku bêtirî 200 kesî tê de hatin kuştin.

Bernard Kleinman, parêzerê el Lîbî got ku rewşa saxlemiya wî di meha bûrî de gelekî xirab bûbû.

El Lîbî û Fewaz tawanbariya li dijî xwe red kiribûn.

Di Oktrobera 2013ê de, el Lîbî ji aliyê hêzên taybet yên Amerîkî ve ji Terablusê hatibû zeft kirin. Ew di nav lîsta terorîstan ya Buroya Vekolînên Ferderal (FBI) de bû.

XS
SM
MD
LG