Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Filestînî Belgeyên Endamtiya Dadgeha Tawankariyê Pêşkêş Dikin


Avahiya Dadgeha Tawankariya Navneteweyî li Lahay.
Avahiya Dadgeha Tawankariya Navneteweyî li Lahay.

Filestîniyan belgeyên xwe pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî (NY) kirine da ku li Dadgeha Tawankariya Navneteweyî bibin endam. Bi vê yekê, ewê karibin tawanên şer li dijî Îsraîlê ji dadgehê re hildin.

Balyozê Filestînî yê NY Riyad Mensûr û berdevkekî NY roja Îniyê pêşkêşkirina belgeyan jibo NY piştrast kirin.

Mensûr got ku ev gaveke gelekî girîng û pêwîst e jibo peydakirina dadweriyê hember tawanên Îsraîlê li dijî gelê Filestînî. Wî herwiha da zanîn ku Filestînî hewil didin deshilateke pêşwext ji Dadgeha Navneteweyî dixwazin, derbarê tawanên ku sala bûrî di şerê Xezayê de hatin kirin.

Serokê Filestînî Mehmûd Ebas ev belge îmze kirin piştî ku Civata Ewlekariya NY bernivîsek vê hefteyê rêd kiribû tê de pêşniyara damezrandina dewleteke Filestînî di nav sê salan de hatibû kirin. Axa wê dewletê jî ji deverên ku Îsraîlê piştî şerê 1967an dagîr kiriye, pêk dihat.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gefeya tolhildanê xwariye, jiber daxwaza Filestîniyan ya endamtiya Dadgeha Tawankariya Navneteweyî.

XS
SM
MD
LG