Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîmên Lêgerîna li Firokeya AirAsia Du 'Kelûpelên Mezin' li Nav Deryayê Dibînin


Tîmên lêgerînê yên Îndonesyayê ku li firoka AirAsia digirin, du kelûpelên mezin li ava Deryaya Java dîtin, ligel şûnmayên zeytê li ser rûyê deryayê.

Berpirsê operasyonan Bambang Soelistyo îro Şemiyê ji rojnamevanan re got ku vekolêr hewil didin ku wêneyên wan tiştên dîtine bigirin da bizanin ku ew bixwe ji firokeya windayî ne.

Karbidestên Îndonesyayî gotin ku 30 termên din hatine dîtin, piştî ku bêtirî 12 termên din roja Îniyê hatibûn dîtin. Piraniya wan terman ji aliyê gemiyeke Hêzên Deryayî yên Amerîkî ve hatibûn dîtin.

Firokeya jimar A320 ku 162 siwar tê de bûn, ji Îndonesya ber bi Sîngaporayê ve diçû dema ku Yekşema bûrî winda bû.

Operasyonên lêgerînê îro Şemiyê berfirehtir bûn, li vê dema ku desthilatdar dibêjin, dibe ku paşmayên firokeyê gihiştibin beravên başûrê Borneo.

Pisporên seqayê pêşbîn dikin ba û baran hewildanên lêgerînê asteng bikin, ligel pêlên bilind yên deryayê.

XS
SM
MD
LG