Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komela Hîndekariya Kurdî li Swîsrayê Alîkariya 600 Zarokên Kobaniyê Kir


Bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê jiber êrîşên Daîşê wêran bûye û hîna jî hêzên Kurd jibo rizgarkirina bajêr şerekî dijwar li hember terorîstên DAIŞ’ê berdewam dikin.

Bi sed hezaran penaberên ku ji neçarî terka bajarê xwe kirine jî nêzî 4 meh in di şert û mercên giran de dijîn û pêdiviya wan bir her cure alîkariyên mirovî heye.

Li gor amaran wekî hemû şerên rû didin, yên herî zêde bandor li ser wan çêdibe jin û zarok in. Bi taybet jî bi deh hezaran zarokên Kobanîyê ji destpêka êrîşên Daîşê ve di şertên giran de jiyana xwe didomînin ku ji perwerdehiya xwe jî bêpar dimînin.

Bi alîkariyên têne kirin û mamosteyên dilxwaz yên Kobaniyê hin dibistan li konên penaberan ji zarokan re hatine vekirin ku tevî alîkariyên têne kirin jî hîna gelek pêdivîya wan bi alavên xwendin û perwerdehiyê heye.

Demek berê Komeleya Hîndekariya Kurdî li Swîsrayê bi pêşengiya bizavkarên jinên Kurd jibo dabînkirina pêdivîyên 600 zarokên Kobanîyê kampeynek da destpêkirin û ew alîkarî li dibistanên penaberan gihandin zarokên Kobaniyê.

Birêvebira vê kampeynê endazyar Fatoş Koyuncuer, piştî belavkirina alîkariyan li vegera Swîsre’yê li Stenbolê ji Dengê Amerîka li ser vê projeyê peyivî.

“Mebesta me ew bû ku me xwest balê bikişînin ser perwerdehiya zarokên Kobaniyê û ew tiştên xerab ku hatine serê wan bi wan bidin jibîrkirin.”

Xanim Koyuncuer got, “Ev alîkarî jibo zarokan, malbat û mamosteyên wan bû sedema kêfxweşyê. Em hêvî dikin li demeke nêz ew vegerin gund û bajarên xwe.”

Bizavkara Kurd dîyar kir, di vê kampeynê de parlemanter û dezgehên xêrxwazî yên Swîsrayê jî alîkariya wan kirine ku dixwazin li demên pêş jî van xebatan berdewam bikin.

Wê heriwaha bal kişand ser kêmasiyên belavkirina alîkariyan û got,

“Di belavkirina alîkariyan de navenda kordînasyonê karê xwe baş nake. Hin malbatên li derdora konên penabaren dimînin, ji me re digotin ku heta niha jî alîkarî ji me re nehatine.”

Bizavkara Kurd destnîşan kir, “Em dixwazin bi piştgirîya hemwelatiyên Ewropî van proje û kampeynan berdewam bikin, lê hêvî jî dikin jibo pêbaweriya kesên alîkariyan didin divê xebatên kordînasyonê werin rêkûpêk kirin.”

Alîkariya Zarokên Kobaniyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:44 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG