Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Libnan Yasayên Nû jibo Sûriyan Datîne û Sûriyê Daxwaza Hevkariyê Dike


Zarokên penaberên Sûrî li Libnanê.
Zarokên penaberên Sûrî li Libnanê.

Balyozê Sûriyê li Libnanê îro Şemiyê banga hevkariya ligel desthilatdarên Libnanî kir, piştî Beyrûtê planên nû jibo astengkirina hatina welatiyên Sûriyê bo Libnanê ragihand.

Ji 5ê vê mehê de, ewê Sûrî pêwîstî bi vîzayê hebin da ku karibin derbasî Libnanê bibin. Ev yasayên nû li ser malpera Rêvebiriya Giştî ya Ewlekariyê li Libnanê hatin belav kirin. Ev gava ya herî mezin ji aliyê hikûmeta Libnanî ve tê dîtin, jibo rawestandina hatina berfireh ya penaberên Sûrî bo Libnanê.

Tê pêşbîn kirin ku dora 1.5 milyon penaberên Sûrî li seranserî Libnanê bicih bûne ku di encama şerê navxweyî yê li welatê wan rûda dibe, reviyane.

Balyozê Sûrî li Libnanê Elî Ebdilkerîm got, Şam van yasayên nû têdigihêje, lê divê ev pirsgirêka derbasbûn û derçûna Sûriyan ji Libnanê bi hevkarî di navbera herdu welatan de were çareserkirin.

Hêjayî gotinê ye ku hebûna penaberên Sûrî li Libnanê bûye barekî giran li ser abûriya welêt ku ji berê de sist e.

Li gorî yasaya nû, ewê şeş rengên vîza jibo Sûriyên derbasî Libnanê dibin hebin, wekî vîza tûrîzm, xwendin, kar û dermankirinê.

XS
SM
MD
LG