Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Dozeke Destdirêjiya Seksî de Pênc Mêr li Hindistanê Tên Girtin


Xwepêşander tundûtûjiya seksî li Hindistanê protesto dikin.
Xwepêşander tundûtûjiya seksî li Hindistanê protesto dikin.

Polîs li Hindistanê pênc kes girtine, jiber girêdana wan bi revandin û destdirêjiya seksî li ser geştyareke Japonî.

Xanima genc ya ku li bajarê Kolkata dima, got ku ew ji aliyê sê mêran ve hate revandin, dema ku jê nêzîk bûn û gotin ew dikarin bajêr pêş wê bikin. Ew li derdora rojhilata Hindistanê gerandin û paşê ligel wê çûn Bodh Gaya, cihê ku perestgeha herî pîroz ya Budiyan li Hindistanê lê dikeve.

Li wir, ew dibêje ku du mêran din tevlî wan bûn û paşê hemû mêran dest avêtin wê.

Pallab Kanti Goş, mezine efserê polîs got, giliyek ji geştyara Japonî gihişte wan tê de ew dibêje ku wan çeteyan dest avêtine wê. Wî herwiha da zanîn ku her pênc mêr hatine girtin û vekolîn berdewam dike.

Polîs dibêje, jina Japonî meha bûrî ji nav lepên wan mêran reviya û xwe gihand bajarê Kolkata. Li wir, wê giliyek li ba konsulxaneya Japonî rakir.

Tunûtûjiya seksî li dijî jinan li Hindistanê sala 2012ê hate jêr agahdariya navnetewî piştî ku keçeke 23 salî rastî destdirêjiyekê li nav otubusekê hat. Di wê êrîşa hovane de keça genc ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da.

XS
SM
MD
LG