Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongreya HDP’ê ya Stenbolê bi Beşdariya Hezaran Kesan Birêve Çû


Salahettîn Demîrtaş li dema konferansa HDP ya Stenbolê.
Salahettîn Demîrtaş li dema konferansa HDP ya Stenbolê.

Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) berîya ku destpêkirina xebatên hilbijartinên parlamena Tirkîyê, kongreya xwe ya bajarê Stenbolê lidar xist.

Di kongreya HDP’ê de ku roja Yekşemê birêve çû bi hezaran kes ji gelek deverên Stenbolê beşdarî kirin.

Mêvanên kongreyê bi dirûşma ‘Hûn bi xêr hatin jiyana nû’ hatin pêşwazî kirin û bi gelek nivîsên ku li ser şervanên YPG’ê silav dikirin salon hatibû xemilandin.

Li Kongreya HDP’ê Sîyasetvanê Kurd Cesîm Soylu û Ayşe Erdem ku keça nivîskar Tarhan Erdem e wekî hevserokên bajarê Stenbolê hatin hilbijartin.

Di ahenga Kongreyê de, şervanên YPG’ê jî ji Kobaniyê bi rêya Skype rastexwo beşdarî kongreyê bûn û rastî eleqeyeke mezin ya beşdaran hatin.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş jî li kongreyê axaftin kirin. Dîsa şaredara Amedê Gulten Kişanak jî wek birêvebira bernameya kongreyê amadehî kir.

Herwiha nûnerên gelek sazî û partîyên siyasî jî wekî mêvan li kongreya HDP’jê amadehî kirin.

Hevserokê HDP’ê Demirtaş, bal kişand ser ku tê xwestin Tirkiye jî wekî Sûriyê parçe bibe û jibo parçebûn çênebe jî pêwîstiya devjêberdana polîtîkayên yekparêziyê anî ziman.

“Em ê qet cudahiyê nexin navbera mirovên jin, mêr û zayendên cuda. Em ê Kurdbûn, Tirkbûn, Alewîbûn û Sunîbûnê bi nasnameya xwe ya mirovî bînin ba hev. Belê em Kurd in, Tirk in, kal in, ciwan in, lê em feqîr û bêkar in.”

Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî li ser bernameya partiyê rawestiya û da xuya kirin ku ew ê benda hilbijartinê derbas bikin.

“Me erka demokrasî û azadbûna Tirkiyeyê girtiye ser milê xwe daku em mafê xwe bidest bixin û vê rêwîtiyê bidomînin.”

Kongreya HDP li Stenbolê
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:19 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG