Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Vîdyoyeke Nû ya Daîş de, Hêsîrek Jiyana li Mûsilê Dide Xuyakirin


Rêxistina Dewleta Îslamî ya terorîst vîdyoyeke nû ya propagandayê belav kir, tê de hêsîrekî Brîtanî derdikeve û dide xuya kirin ku jiyan bi awayekî normal li bajarê Mûsilê birêve diçe. Mûsil li jêr kontrola mîlîtanan e.

Di vîdyoya 8 xulek de ku li ser malpereke cîhadî hate belav kirin, rojnamevanê Brîtanî John Cantlie îdîa dike ku jiyan her bi awayekî asayî li Mûsilê derbas dibe.

Wî got, rûniştvanên duwem mezintirîn bajarê Îraqê ne li jêr tirsê dijîn. Mûsil li Hezîrana bûrî kete destê çekdarên Dewleta Îslamî.

Ev cara duwemîn ku ku John Cantlie di vîdyoyeke propagandayê ji aliyê Daîş ve derdikeve. Cara yekem berî demekê bû dema li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê di vîdyoyekê de hate xuya kirin.

Cantlie berî du salan ji aliyê mîlîtanên Dewleta Îslamî ve hate hêsîrkirin.

XS
SM
MD
LG