Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Operasyonên Lêgerîna li Firokeya Windayî Berdewam Dikin


Tîmên lêgerîn îro Duşemê sûd ji arambûna ava deryayê wergirtin, da ku operasyonên xwe jibo dîtina qurbanî û parçeyên firokeya Îndonesyayî ya windayî li nav Deryaya Java berfireh bikin.

Lê belê, karbidest dibêjin şepêlên li jêr avê li cihê ku tê bawer kirin firoke binav bûye, hîn xurt in û zehmet ji melevanan re ku li wir bixebitin. Şepêl herwiha bûne sedema ku operasyonên lêgerînê werin berfirehkirin, jiber ku parçeyên firokeyê li ber wan dûrtir ketibin.

Operasyonên lêgerînê nuha ketine roja xwe ya nehemîn de. Ligel derxistina sê termên din roja Duşemê, jimara kesên ku hatine dîtin gihiştiye 37. Lê tenê nasnameya 13 kesan hatiye naskirin. Rewşa seqaya xirab, hewildanên lêgerînê asteng kirine.

Firokeya ser bi kompanyaya AirAsia ve ya ku 162 rêwî tê de bûn, ji Îndonesya diçû Sîngaporayê dema ku 28ê meha bûrî li dema bahozekê hate xwarê. Lê ti sedemên fermî jibo ketina wê hîn nehatiye zanîn.

XS
SM
MD
LG