Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongresa Nû Sibe Civîna Xwe ya Yekê Lidar Dixîne


Avahiya Kongresa Amerîkî.

Kongresa nû ya Amerîkî sibe Sêşemê civîna xwe ya yekemîn lidar dixe. Komarî vê carê herdu Civatên Nûner û Senatoyê kontrol dikin.

Parêzkarên Komarî jî biryarder in ku hinek rêbazên Serok Barack Obama yê Demoktrat vegerînin.

Rêberê Piraniya Senatoyê Mitch McConnell li ser televizyona CNN do Yekşemê got, jiber ku hikûmeteke parçebûyî hatiye holê, ev yek nayê wê wateyê ku ewê astengî li pêş Kongres û serokatiya Amerîka derkevin. McConnell got, dengdar dixwazin pêşketin li ser pirsgirêkên girîng çê bibe.

Rêberê Komarî dibêje, karê yekê yê Kongres dê pejirandina boriya petrolê ya Keystone ku gelek kêşebarî li ser peyda bûye. Piştgirên damezrandina vê boriyê dibêjin, ewê bi riya wê bêtir kar werin peyda kirin û ew dijberên wê yên Demokrat dibêjin, ewê avakirina boriyê bobelateke jîngehê derxîne holê.

XS
SM
MD
LG