Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şervanên Kurd Destkeftên Nû li Kobaniyê Pêk Tînin


Şervanên Kurdên Sûriyê li bajarê Kobaniyê ji rêxitineke çavdêriyê re dibêjin ku wan hinek pêşketinên nû li bajêr li dijî çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî (Daîş) pêk anîne. Ew dibêjin, ew nuha 80 ji sedî ji Kobaniyê kontrol dikin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ku bingeha wê li Brîtanya ye dibêje, ji nav deverên ku ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastian Gel (YPG) ve hatine kontrol kirin, devera ku avahiyên hikûmetê lê dikevin.

Şervanên YPG dibêjin, di şerê Yekşemê de wan 14 çekdarên Daîş kuştin ku piraniya wan ne Sûrî bûn. Ev îdîa bi awayekî serbixwe nehatine piştrast kirin.

Ji Septembera sala bûrî de, Kobanî ketiye bin şerekî giran di navbera çekdarên Daîş û şervanên Kurd. Êrîşên asmanî yên hêzên koalisyona navnetewî alîkariya Kurdan dikin ku bajêr careke din bixin bin kontrola xwe.

XS
SM
MD
LG