Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Programeke Taybet li Ser Rewşa ENKS


Logoya ENKS.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hefteya bûrî biryarek stand ku sê endamtiyê ji ser sê partiyên xwe hilîne, piştî hinek binpêkirinên dengdanê li dema hilbijartina endamên Lêvegera Siyasî ya Kurd li Sûriyê, li gorî ku rêvebiriya ENKS ragihandiye.

Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El Partî), Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El Wihde) û Partiya Rêkeftin (Wîfaq) ji ber vê biryarê ji endamtiya xwe hatine rawestandin.

Ev her sê partî vê biryarê rexne dikin û dibêjin ew ne yasayî ye. Rêvebiriya ENKS jî dibêje, biryara wê li gorî yasayên wê ne.

Ji bo gotûbêjkirina vê biryarê û egerên wê li ser paşeroja ENKS û herwiha li ser paşeroja Lêvegera Siyasî, me programeke taybet ligel du siyasetmedarên Kurdên Sûriyê pêk aniye: Dr. Kawa Azîzî, nûnerê Herêma Kurdistanê yê Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê û birêz Behcet Beşîr, nûnerê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El Partî).

please wait

No media source currently available

0:00 0:11:06 0:00

XS
SM
MD
LG