Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşbireke Xwekuj Polîsxaneyeke Stenbolê Dike Armanc


Cihê ku teqîn lê çê bûye.

Desthilatdarên Tirk dibêjin, di encama êrîşekê de li ser polîsxaneyekê yek polîs hate kuştin û yekî din jî birîndar bû. Êrîşa li bajarê Stenbolê ji aliyê êrîşbereke xwekuj ya jin pêk hat.

Raport dibêjin, wê jinê bi zimanê Înglîzî axîvê dema ku derbasî polîsxaneya li devera Sultanahmet ya navdar bû. Êrîşbirê teqînên xwe li wir teqand û ew jî hate kuştin.

Devera Sultanahmet bi gelek cihên navdar tê zanîn ku tûrist û geşyar her gav serdana wan dikin. Wekî mînak, Mizgefta Şîn û Mûzexaneya Aya Sofya.

Ti alî demûdest berpirsiya êrîşê nexistiye stûyê xwe. Ev êrîşa duwemîn e di hefteyekê de ku li ser polîsxaneyekê li Stenbolê diqewime.

XS
SM
MD
LG