Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Hember Charlie Hebdo de 12 Kes Hatin Kuştin


Polîsên Fransî dibêjin, di êrîşa hember rojnameya hefteyî Charlie Hebdo de herî kêm 12 kes li Parîsê hatin kuştin.

Raportên medyayî dibêjin, bi kêmî ve 2 êrîşvan bi Kalashnikov û roketan êrîşî avahîya ku rojname lê ye, kirin.

Tê bawer kirin ku êrîşvan bi du otomobîlên cuda ji cîhê bûyerê revîn.

Serokê Fransa Francois Hollande ji rojnamevanan re got ku bê guman e ku ew êrîş kiryareke terorîstî ye.

Tê ragihandin ku Fransa, piştî êrîşê, asta hişyarîya terorê bilind kiriye.

Hêjayî bîrxistinê ye, rojnameya rexnegirî Charlie Hebdo di sala 2011ê de jî rastî êrîşeke bombeyî hatibû, piştî ku wê fotoyeke kartonî ya Mihemed Pexamber weşandibû.

XS
SM
MD
LG