Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon Lêkolînan Ser Kuştina Sivîlan di Êrîşên Firokan de Dike


Cara yekê ye Pentagon dibêje, leşkerê Amerîkî lêkolînan dike îhtimala kuştina sivîlan di êrîşên firokên hevpeymanan de li dijî milîtanên dewleta Îslamî li Îraq û Sûriyê.

Peymnêra Dengê Amerîka li Pentagon Carla Babb raport dike û dibêje, meh li dû mehê, Pentagon tekez dike ku hêrîşên wan yên bi firokan li Îraq û Sûriyê ne bûn sedema kuştina sivîlan.

Lê duh Sêşemê, şêwe-zarê peyvdarê Pentagon Admiral John Kirby hat guhertin.

Lêkolîna Pentagon
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:17 0:00

Wî got, qomadariya Navendî yê leşkerê Amerîkî çend lêkolînan dike li sere îdiayên ziyana di nav medeniyan de.

Admiral Kirby ne got ka eger îhtimala ziyanên medeniyan ji encamê hêrîşên firokên Amerîkî li Îraqê yan li Sûriyê ne yan li hredu welatan.

Dîsa wî ne got ka kê ew îdîa kirine. Lê hinek ji wan ji leşkerê Amerîkî bi xwe ne, piştî pêdaçûna bi ser hêrîşên firokan de li herêmê.

Wî got, em gelek haydar in ji hewlên nehiştina xeterê de li ser sivîlan her careka em kiryareke leşkerî li her cihekî encam bidin.

Evca eger em gihiştin baweriyê kû ziyan gihaye medeniyan yan ew hatine kuştin, em gelek bi cidî çav lê dikin û dikin xema xwe.

Rêkxistiya Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûrî dibêje, li Sûriyê bi tenê 52 sivîl hatine kuştin.

Ramî Abdulrehman, birêvebirê rêkxistiya bingeh li London ê gote Dengê Amerîka, eger çî ev jimare gelekê kêmtire ji jimara sivîlên bi destê rijêma Sûrî û milîtanên Dewleta Îslamî hatin kûştin, lê kuştina her mirovekî di şeran de hêjayî lêkolîn û edaletê ye.

Ramî Abdulrahman got, em karî ji bo mafên mirovên tevaya sivîlên Sûriyê dikin. Ew sivîl li rexê rijêmê bin, yê Dewleta Îslamî yan her layenek dî bin. Me divê tevaya sivîlên Sûrî parastî bin.

Ramî Abdularaham got jî, li van çend hefteyên borî me raport ne dîtine liser kuştina sivîlan di hêrîşên firokên Amerîkî de. Eve wê watayê dide ku lêkolînên Pentagon dê li ser hêrîşên berî van heyaman bin.

XS
SM
MD
LG