Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Terorîstî ya Charlie Hebdo de 12 Kes li Fransa Hatin Kuştin


Di êrîşeke terorîstî de li hember kovara Charlie Hebdo ya hefteyî de 12 kes li Parîs hatin kuştin.

Polîsên Fransî dibêjin, 3 êrîşvan ketin nav ofîsa kovarê û gulê barandin ser kesên ku li wê derê bûn.

Polîs radigihînin ku ew 3 kes hîn jî nehatine girtin û bizavên dîtina wan berdewam e.

Di êrîşê de, edîtorê kovarê Stéphane Charbonnier û 3 kartonîst û herwiha 2 polîs jî hatin kuştin.

Charlie Hebdo kovareke çepgir e û wek kovareke rexnegir ya pêkanînê tê zanîn û gelek caran li ser mijarên olî û çandî weşanê dike.

Wê kovarê roja Çarşemê karîkatura rêberê Dewleta Îslamî Ebu Bekir Bexdadî weşandibû ku di lînka jêrîn de berdest e.

www.facebook.com/106626879360459/photos/a.106706332685847.10430.106626879360459/871700782853061/?type=1

Serokê Fransa Francois Hollande êrîş şermezar kir û got kes nikare azadîya ragihandinê dorteng bike.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry jî bal kişand ku azadîya medya nirxeke bingehîn e û dive her dem were parastin.

XS
SM
MD
LG