Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meleyekî Radîkal li New York bi Zindana Heta Hetayî Hate Ceza Kirin


Skêtça Ebû Hemza li dadgehê.

Dadwerekî Amerîkî cezayê zindana heta hetayî da melayekî Îslamî yê radîkal, jiber tawaneke terorîstî.

Dadwerî do Îniyê ev ceza li dadgeheke federal ya bajarê New York danî ser Mistefa Kamil Mistefa ku bi navê Ebû Hemza tê nasîn.

Parêzerê Ebû Hemza daxwaza dilovaniyê kiribû bû, jiber ku çavekî wî kor bû û herdu destên wî jêkirî bûn.

Gulana sala bûrî, Ebû Hemza bi 11 tawanên pêşkêşkirina alîkariiya materyalî jibo terorîstan hatibû darizandin.

Berî ku were Amerîka, Ebû Hemza heft sal di zindaneke Brîtanî de qedandibû, jiber palpiştina Misilmanên genc ku cîhadê li dijî gawiran bikin.

XS
SM
MD
LG