Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parçeyekî Nû ji Firokeya Îndonesyayî Hate Dîtin


Desthilatdarên Îndonesyayî dibêjin, lêgeran teriya firokeya AirAsia ku li 28ê Dîsembera bûrî hatibû xwarê, ji nav Deryaya Java derxistine.

Tîmên lêgerîn û derxistinê balûn îro Şemiyê bi paşmayên beşê dawî ji firokeyê vekirin da ku bi ser avê bikeve. Vekoler hêvî dikin ku tomariya dengan û agahiyên din hîn li nav wî beşê firokeyê bin.

Suryadî Bambang Supriyadî ji Operasyonên Rizgarî û Lêgerîna Niştimanî got, tişta girîng ku beşekî sereke yê firokeyê were dîtin. Ji ber ku di wir de termên rêwiyan asê mane. Malbatên qurbaniyan li hêviya vê yekê ne.

Lêgeran do Îniyê signal ji sindoqên reş yên geşta jimar 8501 zeft kirin, lê karbidestan gotin ku xuya dike sindoq ji teriya firokeyê cudakirî ne.

Di encama ketina wê firokeya ku ji Îndonesya ber bi Sîngaporayê difiriya de, hemû 162 kesên tê de hatin kuştin. Heta nuha 48 term tenê ji wan hatine derxistin.

XS
SM
MD
LG