Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistineke Çepgir Berpirsiya Teqîna Stenbolê ji Stûyê Derdixe


Teqîn Sêşema bûrî li devera Sultanahmet çê bû.

Rêxistineke çepgir ya Tirkiyê berpirsiya êrîşeke xwekuj li ser polîsxaneyekê li Stenbolê ji stûyê xwe derxist. Di êrîşa Sêşema bûrî de polîsek hatibû kuştin û yek birîndar ketibû.

Di daxuyaniyekê de, Partiya Rizgariya Gelê Şoreşger-Cebhe, an jî DHKP-C, got ku wê xwe ji karekî din re amade dikir û bi şaştî gihiştibû encamekê ku teqîna Stenbolê karê endamên wê bû.

Rêxistinê êrîşbira xwekuj wekî Elif Sultan Kalsen dabû nasîn. Lê malbata Kalsen ku hatibûn xwestin jibo navendeke bijîşkî jibo danasîna term, got ku ew ne termê keça wan bû.

Hinek dezgehên ragihandinê li Tirkiyê dibêjin ku êrîşbir hevwelatiyeke Rûsya bû, bi regez Çeçan.

XS
SM
MD
LG