Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Bûyereke Trafîkê de 57 Kes li Pakistanê Hatin Kuştin


Karachi, Pakistan

Desthilatdar li Pakistanê dibêjin, kamyoneke bi neftê barkirî îro Yekşemê li otubuseke rêwiyan li bajarê Karachi da û di encamê de bi kêmî 57 kes hatin kuştin.

Mezine karbidestekî polîs got ku bûyera trafîkê li ser rêkeke xirab çê bû ku tê de agir herdu otomobîlan ket. Jin û zarok jî di nav qurbaniyan de hebûn ku piraniya wan hatin şewitandin û nema dihatin naskirin. Karbidest dibêjin, dibe ku jimara kuştiyan bilindtir bibe.

Desthilatdar dibêjin ku hinek rêwî ji wî agirî rizgar bûn, dema ku xwe ji pencerên otubusê ve avêtin derve.

Pakistan welatekî ku bi bûyerên trafîkê navdar e. Piraniya bûyeran ji ber rêkên xirab, ajotina bilez û trimbêlên kevin çê dibin.

XS
SM
MD
LG