Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqîn li Çayxaneyekê li Libnanê Çê Dibe


Çayxaneya ku teqîn lê çê bû.

Karbidestên Libnanî dibêjin, di encama êrîşeke xwekuj de li ser çayxaneyekê li bajarê Terablus yê bakurê Libnanê bi kêmî 9 kes hatin kuştin û 37 kesên din birîndar ketin.

Dîdevan dibêjin, êrîşbir teqînên xwe li nav çayxaneyê danî. Çayxane li taxa Cebel Muhsin dikeve ku piraniya rûniştvanên wê Elewî ne. Hinek raportên din radigihînin ku êrîşbirekî din yê xwekuj xwe ji derveyî çayxaneyê teqand dema ku xelk li wir kom bûn.

Grûpa Cebhet el Nusra ya ser bi el Qayîde ve berpirsiya êrîşa roja Şemiyê xistiye stûye xwe. Karbidestên ewlekariyê teqînan vekolîn dikin.

Çayxaneya ku teqîn lê pêk hat li kolanekê dikeve ku taxa Cebel Muhsin ji taxa Bab el Tabanê ya piranî Sunne cuda dike.

Bi dehên salan, ev herdu tax gelek caran bûne navenda şer pevçûnan di navbera Sunnî û Elewiyan de. Girjî bi taybet ji ber şerê Sûriyê jî zêde bûne.

Terablus duwem mezintirîn bajar li Libnanê ye.

XS
SM
MD
LG