Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibe ku Sindoqa Reş ya Firokeya Îndonesyayî Nêzîk Were Dîtin


Rojekê piştî dîtin û derxistina teriya firokeya Îndosya ya AirAsia ji nav Deryaya Java, bêtir sîgnal îro Yekşemê ji firokeya windayî hatin bihîstin.

Mihemed Ilyas, ji Ajansa Teknolojiya Îndonesyayê got ku wan sîgnalek li deverekê zeft kirine, tê bawer kirin sîgnalek ji sindoqa reş ya firokeyê be.

Teriya firokeyê Do Şemiyê bi hinek alavan hatibû anîn ser rûyê avê, lê vekolerên Îndonesyayî dibêjin ku tomarkerên sindoqa reş di hundir wê de nedîtin. Derxistina sindoqa reş girîng e jibo zanîna sedema ketina firokeya Îndonesyayî li 28ê Dîsembera bûr.

Di encama ketina firokeyê de 162 rêwiyên tê de bûn hatin kuştin. Heta nuha 48 term hatine derxistin.

XS
SM
MD
LG