Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Duşemê salvegera pêncemîn ya erdheja navdar li welatê Haiti ye.

Erdheja bi hêza 7.0 li ser pîvana rêxter li 12ê meha yekê ya sala 2010 pêk hat û bêtirî 200 hezar kes tê de hatibûn kuştin. Bêtirî yek milyon kes jî bê cih û war mabûn.

Demeke kin piştî erdhejî jî, nexweşiya kolera bi awayekî berfireh belav bû û ziyaneke mezin gihand komara Karîbî ku wekî welatê herî hejar li nîvê Rojavayî yê cîhanê tê nasîn.

Îro, gelek deverên ziyandîtî li paytexta Haiti Port-au-Prince bi awayekî dramatîkî hatine guhertin. Lê belê, bi hezaran xelk hîn ber xwe didin jibo derbara jiyana xwe.

Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) dibêje, li vê dema ku 94 ji sedî ji penaberan ji kampan derketine, hîn dora 80 hezar welatiyên Haiti bê xaniyên birêkûpêk in.

Tevî soza hatina bi milyarên dolaran wek alîkarî jibo Haiti piştî erdhejê, hikûmeta welêt gazinê prosesa hêdî ya jinûve avakirinê datîne ser kêmbûna pereyên di nav dest wê de.

XS
SM
MD
LG