Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trêneke Metroyê li Washington Tijî Dûman Dibe


Rêwiyên metroyê.
Rêwiyên metroyê.

Ji berê jêderên nediyar, dûman roja Duşemê kete nav trêneke metroyê li Washington paytexta Amerîkî.

Di encama bûyerê de xanimek mir û bi dehan kes birîndar bûn, hinek ji wan jî di rewşeke tirsnak de ne.

Piştî ku trên ji nişka ve li nav tunelekê rawestî, desthilatdar neçar man ku rêwiyan hêdî hêdî vegerînin nav platforma rawestgeha metroyê.

Aloziya roja Duşemê dora demjimêrekê dirêj kir, heta ku desthilatdaran karîbû dest bi veguhestina rêwiyan bikin.

Desthilatdarên bajarê Washington sedema dûmanê vekolîn dikin.

XS
SM
MD
LG