Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

FBI Êrîşa Elektronî li ser Fermandariya Navendî ya Amerîkî Vekolîn Dike


Hesabê YouTube yê Fermandariya Navendî hate hak kirin.

Buroya Vekolînên Federal (FBI) êrîşa li ser hesabên Twitter û YouTube yên Fermandariya Navendî ya Amerîkî vekolîn dike.

Hakerên ku dibêjin ew piştgirên Dewleta Îslamî (Daîş) in bo demeke kurt herdu hesab roja Duşemê hak kirin, û bi peyamekê gefe li leşkerên Amerîkî xwarin.

Di hinek peyamên din de ku li ser înternetê hatin belav kirin, belge ji aliyê wan hakeran ve hatin eşkerekirin tê de navnîşan û jimarên telefonên hinek karbidestên leşkerî yên Amerîkî diyar bûn.

Fermandariya Navendî got ku agahiyên nazik yên artêşa Amerîka ji ber vê êrîşa elektronî nehatine peyda kirin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkî, serkêşiya êrîşên asmanî yên bi rêvebiriya Amerîka li dijî Daîş li Îraq û Sûriyê dike.

XS
SM
MD
LG