Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Behiya Qurbaniyên Cihû yên Êrîşa Parîsê Lidar Dixîne


Termên çar qurbaniyên Cihû yên êrîşa terorîstî yên hefteya bûrî li Parîs nuha gihiştine Îsraîlê, li vê dema ku karbidestên dewletê îro Sêşemê beşdarî behiyeke hevbeş jibo wan dibin.

Paşmayên qurbaniyên ku Îniya bûrî li dikaneke koşer hatin kuştin, îro Sêşemê gihiştin Firokxaneya Ben Gurion ya Navneteweyî. Ewê her çar li Îsraîlê werin veşartin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, ligel jimareke kesayetiyên din yê dewletê, beşdarî rêwresma behiyê dibin.

XS
SM
MD
LG