Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry Piştgirî Dide Plana de Mistura


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry, jibo hewlên Neteweyên Yekbûyî ya sekinandina şer li Helebê piştgirîya xwe dîyar dike.

Kerry herwiha piştevanîya xwe jibo bizava Rûsya ya jinûve destpêkirina danûstanên aştîyê li Sûrîyê jî nîşan da.

Kerry îro Çarşemê li Cenevre, bi nûnerê taybet yê NY bo Sûrîyê Staffan de Mistura re derket pêş rojnamevanan.

Wî got, plana de Mistura ya ragirtina şer li Helebê rê li ber alîkarîya mirovahî vedike ku ew jî pêşdeçûneke pir girîng e.

De Mistura li ber e hefteya pêş vegere Şamê û danûstandinên xwe bidomîne.

Ew di meha Mijdarê de ligel Serokê Sûrî Beşar Esad, ku gotibû ku ewê li ser wê plane bixebitin.

XS
SM
MD
LG